Bexîtî: Dagirker dê berdêleke giran bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355973-bexîtî_dagirker_dê_berdêleke_giran_bidin
Endamekî payebilind ê Tevgera Ensarullahê got: Şerê me himber Rejîma Sîyonîst derbasî qonaxeke nû bûye û dagirker ji ber cinayetên terorkirina rayedarên yemenî, dê berdêleke giran bidin.
(last modified 2025-08-31T12:46:18+00:00 )
Tebax 31, 2025 15:32 Asia/Tehran
  • Bexîtî: Dagirker dê berdêleke giran bidin

Endamekî payebilind ê Tevgera Ensarullahê got: Şerê me himber Rejîma Sîyonîst derbasî qonaxeke nû bûye û dagirker ji ber cinayetên terorkirina rayedarên yemenî, dê berdêleke giran bidin.

Mihemed Bexîtî endamê pillebilindê Tevgera Ensarullahê derbara şehîdbûna hejmarek rayedarên vî welatî di encama êrişa terorîstî û hovane ya Rejîma Sîyonîst ser binkeya hikûmî ya neleşkerî da, pêgirî ser domandina piştgirîya gelê Yemenê ji Xezzeyê bi her berdêlek be kir û got: Êrişa ser civîna desteya wezîran a Yemenê derbasbûna ji xeta sor nîşa ndide û şer derbasî qonaxeke nû bûye û em dê tolê hilînin.

Mihemed Bexîtî herwiha got: Pêngavrakirina me pêşî li gotina me ye û azadkirina Filistînê meseleya sereke ya Yemenê ye û gotinnê vê dawîyê yên Mehdî Meşşat Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê tekezîya ser helwesta vebirr a welatê me ya piştgirîya ji Filistîn û Xezzeyê ne.

Vî endamê pillebilind ê Tevgera Ensarullahê got: Yemen di cezakirina Ingilîs û Amerîkayê da serkevtî bûye û em dê vî karî himber Rejîma Sîyonîst jî bike. Yemen hela jî pêşxistina şîyana mûşekî ya xwe didomîne û bi saya fidakarîyên zêde, serketinên berbiçav bi dest xistîye.

Bexîtî di dewamê da got: Şerê vê gavê şerê çarenûssaz e û Rejîma Sîyonîst yê berdêla êrişa ser Serokwezîr û wezîrên yemenî bide. 

Di vî halî da Civata Cîhanî ya Hişyarîya Islamî di daxûyanîyekê da, destdirêjîya leşkerî ya Rejîma Sîyonîst ser Yemenê û şehîdkirina Serokwezîrê vî welatî û çend wezîrên kabîna wî bi tundî şermezar kir. 

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî di daxûyanîyekê da tevî şermezarkirina tund a cinayeta terorîstî ya Rejîma Sîyonîst a dijî Yemenê, derheq gefên giran ên ji ber zêdexwazî û terorîsma rêkxistinkirî yên Rejîma Sîyonîst dijî aştî û ewlehîya navdewletî hişyarî da.

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê jî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser cîyê civîna Serokwezîr û wezîrên yemenî nîşana têkçûna dijmin û helwesta hovane ya wê û qirrkirina merivantîyê ye.