Pêgirîya gelê Yemenê ser piştgirîya ji Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i355990-pêgirîya_gelê_yemenê_ser_piştgirîya_ji_xezzeyê
Gelê Yemenê di merasima irêkirina meytê şehîdên hikûmeta vî welatî da pêgirî ser domandina piştgirîya ji Xezzeyê kir.
(last modified 2025-09-01T13:16:09+00:00 )
Îlon 01, 2025 14:54 Asia/Tehran

Gelê Yemenê di merasima irêkirina meytê şehîdên hikûmeta vî welatî da pêgirî ser domandina piştgirîya ji Xezzeyê kir.

Merasima rakirin û birêkriina meytê Serokwezîrê Yemenê û hejmareke wezîrên vî welatî ku di encama destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser Sen`ayê da hatibûn şehîdkirin, îro bi beşdarbûna bi hezaran welatîyên yemenî li Meydana Seb`în a ya vî şarî hat lidarxistin. 

Mihemed Miftah Sergêrê Serokwezîrtîya Yemenê di vê merasimê da got:Helwesta me helwesteke birûmet e û dê qet ji ber piştgirîya ji Xezzeyê poşman nebin. Yemen roja îro camêrên xwe di rêya alîakrîya bo heqîyê da fida dike û em ji ber vê yekê şanazîyê dikin.

Wî herwiha got: Em tevli şerekî mezin û bibandor bûn û bi Amerîkayê ra ketin şêrr ku ne tenê şerekî leşkerî bû. Dijmin ji bo birêxistina qeyranê û xistina Yemenê di tengasîyê da êrişî benderan kir, lê negihîşt armanca xwe. Bender çalak in û ti qeyranek pêk nehatîye.