Hêzên çekdar ên Yemenê di halkeî de derbarê êrişa ser çend armancên leşkerî û hestiyar li navçên Yafa û Esqelanê agahî dane ku li gor nûçeyan hevgav Sena xwe amade dike ku di çend rojên bê de bikeve qonaxa şeşemîn a operasiyonên leşkerî li dijî Rejîma Siyonîst.
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Ewropayê pêhesiyan ku Rejîma Siyonîst sexte ye û hemû xelkê cîhanê bûne şehedê hilweşyana vê rejîma sexte.
Navenda Karûbarên Hêsîran û Klûba Hêsîrên Filistînê derbarê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li zîndana Oferê li dijî girtiyên filistînî, ji wan işkencekirina fîzîkî û derûnî û bêparkirina ji xwarin û dermanan agahî dane.
Têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, bona piştgiriya ji xelkê Xezze û Lubnanê, îro baregeha Şeraga (navenda îdarî ya fermandehiya tîpa Golanî) li bakurê bajarê dagirbûyî yê Ekayê dan ber mûşekan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîşt 43 hezar û 922 kesî.
Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran û mil bi mil di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst ku ber bi Bênt Cibeylê va diçin û şervanên Berxwedanê da kirin.
Welat û bajarên curbicur ên cîhanê bûn şahidê lidarxistina xwenîşandanên berfireh bona şermezarkirina êrişa Rejîam Siyonîst ser Xezze û Libnanê.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 48 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 6 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.
Berxwedana îslamî ya Iraqê basa êrişa bi xwefiran ser sê armancên girîng li bendera Um El Reşraşê li başûrê Erdên Dagirkirî kir.
Rêberê katolîkên cîhanê daxwaza lêkolînên civaka cîhanî li ser jînûsayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê kir.