Navenda Ragihandina Cengê ya Hizbullaha Libnanê ragihand ku vê tevgerê bi mûşekan êrişî çend cî û çeperên hestyar û istiratejîk ên Rejîma Sîyonîst kir.
Endamên Rêxistina NY di civîna lêjneyeke Civata Giştî ya vê rêxistinê da dengê erê dan pêşnivîsa biryarnameyeke nû ku piştgirîyê dide mafê serwerîyê yê gelê Filistînê.
Endamekî Polîtbîroya Tevgera Hemasê careka din pêgirî ser mercên vê tevgerê ji bo pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê kir.
Qirrkirina gelê Filistînê bi destê Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê di roja 407an da ye û Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê îro ragihand ku hejmara şehîd û birîndaran careka din jorda çû.
Zextên li ser Tirkiyê bona sekinandina hinardekirina niftê bo Rejîma Siyonîst
Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa giran û hovane ya Rejîma Siyonîst ser navçeya El Xubeyriyê li Zahiyeyê kirin, ev navçeya çend caran kete ber êrişa hewayî ya giran a siyonîstan.
Wezareta tendirustiya Zîvala Xezzê ragihand hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser vê navçeyê ji 7`ê Cotmehê ve heta nika gihîştiye 43 hezar û 746 şehîdî û hejmara birîndaran jî rabûye 103 hezar û 490 kesî.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di civîna xwe ya nûçeyan a îro li Bêyrûtê got, her biryarek ku hikûmet û Berxwedana Libnanê bigirin, em ê piştgîriyê bidinê.
Rojnameya Siyonîst a Haarêtsê nivîsî hevgavê destpêbûna şerrê Xezzê ve heta nika herîkêm 10 hezar îsraîlî reviyane Kanadayê.
Serokê Tevgera Ensarullah a Yemenê pêgîr kir, Komara Îslamiya ÎRanê erka xwe ya mezin a îslamî li hember umetên îslamê cih tîne û şehîdên giranqedir ên wek şehîd Qasim Silêmanî di vê rêyê da pêşkêş kirine.