-
Birrîna axiftina Netaniyahu ji aliyê malbatên girtiyên îsraîlî
Çirî 27, 2024 14:17Malbatên girtiyên siyonîst ên li cem Berxwedana Filistînê li Zîvala Xezzê, axiftina serokwezîrê Rejîma Siyonîst birrîn û dijî wî dirûşm qêriyan.
-
Dewama êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser bakûrê Iraqê
Çirî 26, 2024 13:26Artêşa Tirkiyê wek berteka li hember êrişa bi çekan a li Enqerê ku di encama wê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, careka din êrişî pêgehên PKK li bakûrê Iraqê kir.
-
Kombûna bi hezaran welatiyên Tirkiyê li ber balyozxaneya Amerîkayê li Stenbolê
Çirî 26, 2024 13:26Bi hezaran welatiyên Tirkiyê roja Îniyê bi beşdariya li kombûna mezin a hevgirtîbûna bi Filistînê re li ber konsûlxaneya Amerîkayê li Stenbolê, bersiva bangewaziya cîhanî ya El Nefîr yan Amadebaşê ya li ser dorpêçkiirna balyozxane û avahiyên dîplomatîk ên welatên piştgirê rjîma Dagirkir dan.
-
Volker Turk: Êrişên Rejêma Siyonîst ser Xezzê cinayetên cengê ne
Çirî 26, 2024 13:26Volker Turk, Komîserê Mafên Mirovan ê NY got: Şerrê li bakûrê Xezzê di kêlîya herî tarî da ye û Îsraîl hîna jî cinayetên xwe yên cengê didomîne.
-
Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Çirî 26, 2024 13:26Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê rabû 42 hezar û 924 kesî.
-
Êrişên bidûhev ên Hizbullahê ser Rejîma Siyonîst
Çirî 26, 2024 13:26Berxwedana Îslamî ya Libnanê di dewama êrişên xwe ser pêgehên rejîma Israyîlê da, îro 80 rokêt û mûşek ber bi 7 pêgeh û cihên kombûna leşkerên artêşa terorê li bakûrê Erdên Dagirkirî yên Filistînê ve avêtine.
-
Enqere: Em êrişa Îsrayîlê ser Îranê bi tundî şermezar dikin
Çirî 26, 2024 13:26Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê da ragihand ku êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê bi awayê herî tund şermezar dike.
-
Muqteda Sedr: Êrişa Îsrayîlê ser Îranê gêjbûn û dilnîgeranbûna wê ya zav nîşan dide
Çirî 26, 2024 13:26Serokê Tevgera Sedr a Iraqê pêgîrî kir ku êrişa Rejîam Siyonîst ser Îranê eger çi binpêkirina aşkera ya qanûnên navdewletî ye lê biçûktir û bênirxtir ji viya ye ku bê şermezarkirin.
-
Medyayên Rejîma Siyonîst êrişa hewayî ya ser Îranê mezin dikin
Çirî 26, 2024 13:26Rejîma Siyonîst di halekî da îdia dike ku êrişî ser 20 cî û binkeyan li Îranê kiriye ku operasiyona wê ya medyayî pirr mezintir ji operasiyona wê ya leşkerî ye.
-
13 leşkerên artêşa terorê hatin kuştin
Çirî 26, 2024 13:26Artêşa terorê mukur hat ku 10 leşkerên wê li Libnanê û 3 leşker jî li Xezzê hatin kuştin û zêde ji 50 leşkerên wê jî di 24 saetên buhurî da birîndar bûne.