Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351943-Êrîşên_rejîma_siyonîst_ser_zîvala_xezzê_berdewam_in
Di 390`emîn roja cinayet û jînûsayda Xezzê de, artêşa terorê bakurê vî bajarî bombebaran kir û bi dehan welatiyên filistînî kuştin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 31, 2024 15:56 Asia/Tehran

Di 390`emîn roja cinayet û jînûsayda Xezzê de, artêşa terorê bakurê vî bajarî bombebaran kir û bi dehan welatiyên filistînî kuştin.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst navçên rojava û bakûrê Bêyt Lahiya û kempa Cibaliyayê li bakurê Zîvala Xezzê û bakurê kempa Nuseyratê li navenda Zîvala Xezzê kirine armanc. Endamên malbateke filistînî jî piştî bombebarana malekê li bakurê Xezzê şehîd bûn. Di heman demê de, medyayên xwecihî ragihandin ku şer û pevçûnên tund di navbera filistîniyan û hêzên rejîma dagîrkir de li kampa Tulkermê li bakurê Perrava Rojava derketin.

Berdevkê Hîva Sor a Filistînê, Raêd El Nems, rewşa li bakurê Xezzê wek bikaresat nirxand û got: Artêşa Îsraîlê eva 26 roj in bakurê Xezzê dorpêç kiriye û em bi kêmasiya xwarin, av, derman û alavên tenduristiyê re rû bi rû ne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser Zîvala Xezzê gihîştiye 44 hezar kesî.