Sê rojan tazîdariya giştî li Spaniyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351941-sê_rojan_tazîdariya_giştî_li_spaniyayê
Hikûmeta Spaniyayê ji ber lehî û bahoza bikaresat û dîrokî ya li vî welatî sê rojan tazîdariya giştî ragihand.
(last modified 2024-10-31T12:31:36+00:00 )
Çirî 31, 2024 15:56 Asia/Tehran
  • Sê rojan tazîdariya giştî li Spaniyayê

Hikûmeta Spaniyayê ji ber lehî û bahoza bikaresat û dîrokî ya li vî welatî sê rojan tazîdariya giştî ragihand.

Lehiya dîrokî û wêrankir li deverên curbicur ên Spaniyayê bûye sedem herî kêm 95 kes bibin gorî û ziyaneke mezin gihandiye vî welatî. Barana guj a ku ji roja Sêşemê ve destpê kiriye û heta roja Çarşemê berdewam kir, bû sedem li başûr û rojhilatê Spaniyayê lehî rabû û ji Malaga heta Valênsiyayê bandor li navçê kir.