Meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê li herema Hezreta Mesûmeyê (S) li Qumê hat tewafkirin.
Serokê Partiya Veten a Tirkiyê, Duxo Pirîncek bi peyamekê tevî şermezarkirina tund a terora şehîd Fexrîzade, ev zanyarê navokî yê Îranê wek şehîdê her du miletên Îran û Tirkiyê da zanîn.
Du rayedarên Parlimanî yên Rûsiyê bawer in ku terorkirina zanyarên navokî û berevaniyê yê Îranê kiryareke têrorîstî bûye ku bi armanca zêdekirina kêşeyan li navçeyê pêk hatiye.
Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bisalvegera şehîdbûna Mecîd Şehriyarî, destnîşan kir: Zanyarên pêşeya atomî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê, rêya iqtidara welêt bihêz didomînin.
Senatorê serbixwe yê Amrîkayê bi peyamekê terorkirina zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê kiryareke bêbakane (bêperwa), handêr û neqanûnî da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Kûbayê Şemiyê bi şev terorkirina şehîd Muhsin Fexrîzade zanyarên navokî û berevaniyê yê Îranê şermezar kir.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê terorkirina zanyarê navokî yê Îranê şermezar kir.
Mistefa Şentop, Serokê Parlimana Tirkiyê bi weşandina peyamekê li ser twittera xwe nivîsî: "Kuştina zanyarê îranî kiryareka terorîstî ye."
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. Ayetullah Xaminêyî, li pey terorkirina zanyarê navokî yê şehîd Dr. Muhsin Fexrîzadeh peyamek weşand.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li ser sizakirina teqez a sebebkarên cinayeta terorkirin zanyarê navokî ya Îranê sekinî.