Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê: Zanyarên navokî rêya iqtidara welêt bihêz didomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321844-rêxistina_enêrjiya_atomê_ya_Îranê_zanyarên_navokî_rêya_iqtidara_welêt_bihêz_didomînin
Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bisalvegera şehîdbûna Mecîd Şehriyarî, destnîşan kir: Zanyarên pêşeya atomî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê, rêya iqtidara welêt bihêz didomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2020 06:56 Asia/Tehran
  • Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê: Zanyarên navokî rêya iqtidara welêt bihêz didomînin

Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bisalvegera şehîdbûna Mecîd Şehriyarî, destnîşan kir: Zanyarên pêşeya atomî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê, rêya iqtidara welêt bihêz didomînin.

Mecîd Şehriyarî, mamosteyê zanist û teknolojiya navokî ya zanîngeha şehîd Bihiştî ya Têhranê roja 29ê Mijdara 2010î di operasiyona terorîstî ya kesên ser bi Amerîka û Rêjîma Siyonîst da şehîd bû.

Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê roja Şemiyê di twitterê bi bîr xist: 29ê Mijdara 2010 kiryara qirêj a dijminên Komara Îslamî ya Îranê ya terorkirina teorîsiyen û xîmdar zengînkirina sedî 20a Uraniyûpmê li pêşeya navokî ya Îranê bi bîr tîne.

Ev twitt radigihîne: Şehîd Şehriyarî bi zanist û baweriya xwe ya bêhempa,  bûbû sebeba nekarîn û istîsala xêrnexwazên Îrana serfiraz.

Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê di vê twittê da xitabî zorbêjên cîhanî destnîşan kir: Zanyarên pêşeya navokî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê û li gorî sê xalên serbilindî, hikmet û meslehet, rêya iqtidara vî welatî dê bi hêzeka duberanber bidomînin; Rêya vî şehîdê hêja (şehîd Şehriyarî) û şehîdên din ên giranqedr dê were domandin."