Hejmareke mezin ji girseya xwendekaran li ber avahiya Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê civiyan û xwestin ku bila tola xwîna şehîd Muhsin Fexrîzadeh ji sebebkarên terorkirina vê zanyarê navokî yê Îranê were standin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bê guman, terorkirin bi tirsonekî û bi rizaletî ya zanyarên navokî ji ber bêçaretiya dijminên sondxwarî yên netewê Îranê ye.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî di peyameke sersaxiyê de ji ber terorkirina şehîd Muhsin Fexrîzadeh got: Şehîdbûna vî zanyarê îranî wê bibe sedema xurtbûna Îrana Îslamî.
Serokê saziya dadweriya Îranê teror û şehîdkirina serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Komara Îslamî ya Îranê bi destê terorîstan şermezar kir û ji ber vê bûyera diltezîn sersaxî ji gelê Îranê re xwest.
Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Komara Îslamî ya Îranê li ser standina tola xwîna şehîd "Muhsin Fexrîzade" serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê ji sebebkarên vî cinayetê tekez kir.
Alîkarê balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî got: Terorkirina zanyarê îranî bi çiraya kesk ya Amerîkayê di çarçova terorên sîyasî yên derveyê sînoran de hatiye kirin.
Di berteka terorkirina Şehîd Muhsin Fexrîzadeh de, kesayetiyên siyasî, zanistî û lêkolînî yên Amerîkî ew wek komployek ji bo pêşîgirtina li dîplomasiya bi Îranê re dan zanîn.