Wezîrê Îtileata Îranê: Em ê tola xwîna şehîd Fexrîzade ji sebebkarên wî hilînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321807-wezîrê_Îtileata_Îranê_em_ê_tola_xwîna_şehîd_fexrîzade_ji_sebebkarên_wî_hilînin
Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Komara Îslamî ya Îranê li ser standina tola xwîna şehîd "Muhsin Fexrîzade" serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê ji sebebkarên vî cinayetê tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2020 23:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê: Em ê tola xwîna şehîd Fexrîzade ji sebebkarên wî hilînin

Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Komara Îslamî ya Îranê li ser standina tola xwîna şehîd "Muhsin Fexrîzade" serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê ji sebebkarên vî cinayetê tekez kir.

Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Wezîrê Îtileatê yê Komara Îslamî ya Îranê, Mehmûd Elevî, peyamek weşand û tê de heyf û xemgîniya xwe ji şehadeta mezlûmane ya serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê anî ziman û desnîşan kir ku hêzên îstixbaratî û ewlehiya Îranê nasankirin û peydakirina sebebkarên xwefiroş ên vê cinayeta terorîstî despê kirine û bi zûtî em ê tola xwîna vî şehîdê hêja ji sebebkar û hokarên vê cinaayetê bistînin.