Taximeke payeberz a misirî pêkhatî ji berpirsên Wezareta karên derve û Istixbarata vî welatî îro Yekşemiyê derbasî Trablosê bû.
Zanîngeha El-Ezher li dijî endametiya tevgera Îxwan el-Muslimîn ên Misrê helwestek nîşan da.
Îro di encama 2 teqînan de li bakurê Sînayê herî kêm 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Misirê dê serdana Fransayê bike û bi hempîşeyê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re hevdîtinekê pêk bîne.
Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Komara Qibrisê li qeraxên Îskanderiya Misirê manovrek hevbeş a deryayî û esmanî destpê kirin.
Çavkaniyên nûçeyan qala kuştina 2 hêzên ewlehiyê yên Misirê ji aliyê kesên çekdar ên nenas va kirin.
Piştî Muhemed Selah, dor gihîşte Muhemed El-Nenî duyemîn lîstikvanê nasyar ê fûtbalê misrî ku bi Koronayê bikeve.
Helîkopterek ku Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî hildigirt, li Sînayê ket. Di qezayê de 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.
Helîkoptereke serbazî li Sînaya Misirê kete xwarê û di encamê de 7 serbazên biyanî canê xwe ji dest dan. Berpirsên Misirî dibêjin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ew bûyer çê bûye.
Misir û Yewnanistan li hemberê kar û kiryarên dewleta Tirkiyê li deryaya Spî û mudaxileya wê li karûbarên welatên navçê ji wan Lîbyayê bi hev re hevahengî û hevkariyê dikin.