Misir: Divê Tirkiye dûrî hewldanên bêistîqrarkirina Misirê bikeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326984-misir_divê_tirkiye_dûrî_hewldanên_bêistîqrarkirina_misirê_bikeve
Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şûkrî diyar kir ku pêşveçûna têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de bi vî şertî ye ku Tirkiyê dûrî hewldanên bê istiqrarkirina Misirê, bikeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2021 03:13 Asia/Tehran
  •  Misir: Divê Tirkiye dûrî hewldanên bêistîqrarkirina Misirê bikeve

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şûkrî diyar kir ku pêşveçûna têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de bi vî şertî ye ku Tirkiyê dûrî hewldanên bê istiqrarkirina Misirê, bikeve.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şûkrî eşkere kir ku Qahîra bi hin siyasetên ku xizmeta aramiya herêmê nakin rû bi rû ye, bi taybet yên ji aliyê dewleta Tirkiyê.

Şûkrî diyar kir ku pejirandina Tirkiyê ji hin daxwazên Misrê re dê zehmetiyan ji holê rake.

Şûkrî piştrast kir ku divê dewleta Tirkiyê dûrî hewldanên bê istiqrarkirina Misirê ya hundirîn û derve bibe.