Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325499-li_misirê_bajarekî_dîrokî_yê_3_hezar_sal_berî_naha_hate_dîtin
Li Misirê tîmeke şûnwarnas bajarekî mezin dîtin ku di rewşeke baş de ye, nêzîkî hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2021 09:38 Asia/Tehran
  • Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin

Li Misirê tîmeke şûnwarnas bajarekî mezin dîtin ku di rewşeke baş de ye, nêzîkî hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.

Betsy Brian, şûnwarnasê li Zanîngeha Hopkins a Amerîkayê ragihand; dîtina bajarê winda yê Aten, piştî dîtina gora Tût Anx Amon duyemîn dîtina şûnwarîya herî girîng e.

Şûnwarnas di wê baweriyê de ne ku dîroka vî bajarî heta serdema Amon Hotepê Sêyemîn vedigere, ku berî zayînê di sala 1353 – 1391ê de desthilata wî hebû.

Fermangeha Şûnwarên Dîrokî yên Misirê eşkere kir ku dîroka wî bajarî vedigere heta 3 hezar sal berî niha.