Alîkarê teknîkî û hevahengiya jinûve-çêkirinê yê Rêxistina Rêveberiya qeyranê ya Wezareta karên derve ya Îranê qala mirina 69 kesan ji ber lehiyên vê dawiyê kir.
Alîkarê operasiyonê ya Rêxistina Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê got: Di lehiya Îmamzade Dawûd a Tehranê da heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.
Qaymeqamê bajarê Estehbanê yê başûrê Îranê ragihand ku di encama lehiyê de 17 kes li binya çemê Rodbalê ya Estehbanê jiyana xwe ji dest dane.
Barînên gurr û rabûna lehî û laserê li parêzgeha Bîlecîkê li navçeya Mermereya Tirkiyê bû sebeb ku kesek canê xwe ji dest bide û kesek jî wenda bibe.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi hezaran kes hatin veguhastin.
Li eyaleta Assam û Meghalaya ya bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê heta niha 59 Hindistanî mirine.
Li Hîndistan û Bengladeşê ji ber lehiyê nêzî 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bakur-rojhilatê Bangladeşê piştî karesata herî xirab a 20 salên dawî, asta avê ber bi kêmbûnê ve diçe.
Li Afrîqaya Başûr nêzî 400 kesan ji ber leheiyê jiyana xwe ji dest daye.
Ji ber barana tund li rojhilatê Afrîqaya Başûr heta niha 253 kes mirin û bi sedan kes jî koçber bûn.
Li gor nûçeya CBS News ê, di van rojên davîde hejmara kesên ku ji ber lehî û şimitîna axê jiyana xwe ji dest dane gehîştin 42 kesan.