Li Venezuelayê ji ber lehî û hezazê 36 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336985-li_venezuelayê_ji_ber_lehî_û_hezazê_36_kes_mirin
Li eyaleta Araguayê ya Venezuelayê hejmara kesên ku di hezaz û lehiyên ji ber barana de canê xwe ji dest dane derket 36 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2022 08:40 Asia/Tehran
  • Li Venezuelayê ji ber lehî û hezazê 36 kes mirin

Li eyaleta Araguayê ya Venezuelayê hejmara kesên ku di hezaz û lehiyên ji ber barana de canê xwe ji dest dane derket 36 kesan.

Wezîrê Navxwe û yê Edaletê Remigio Ceballos di daxuyaniya xwe ya rojnamavanî de diyar kir ku li bajarokê Tejeriasê hejmara mirî û wendayên di barana gur de  ya ku ji 8ê Cotmehê vir ve didome, zêde bû.

Ceballos herwiha got, "Mixabin heta niha 36 kesan canê xwe ji dest dane û li gorî mirovên qurbaniyan 56 kes jî wenda ne."

Ceballos bal kişand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, 317 mal bi temamî hilweşiyan û di 757 malan de jî ziyan çêbû.

Di 2 hefteyên borî de ji ber baranên tund û rabûna lehî û çêbûna hezazê 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ji bo qurbaniyên karesatê 3 roj "şîna neteweyî" ragihandibû.