Li Efxanîstanê ji ber lehiyê xisarên mezin ên canî û madî çêbûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336120-li_efxanîstanê_ji_ber_lehiyê_xisarên_mezin_ên_canî_û_madî_çêbûn
Hejmara kuştî û birîndarên ji ber lehiyê li Efxanîstanê di vê sala dawî de gihişte zêdetirî 1200 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2022 04:34 Asia/Tehran
  • Li Efxanîstanê ji ber lehiyê xisarên mezin ên canî û madî çêbûn

Hejmara kuştî û birîndarên ji ber lehiyê li Efxanîstanê di vê sala dawî de gihişte zêdetirî 1200 kesî.

Di hefteyên borî de, bi sedema baranên tund û rabûna lehiyê li piraniya navçeyên Efxanistanê, ziyanên canî û ziyanên mezin ên madî gihîştin welatiyênî efxan.

Li gor nûçeya ajansa IRIB Newsê ji Kabulê; Şerefedîn Muslim, cîgirê wezareta karesatan a hikûmeta demkî ya koma Talîbanê roja Şemiyê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Di salekê de li Efxanistanê ji ber lehiyê 521 kes mirine û 726 kes jî birîndar bûne.

Şerefedîn Muslim herwiha got: di van rûdanan da du hezar û heştê xanî bi qismî yan bi temamî wêran bûne û bi hezaran hiktar zevîyên çandinîyê jî ji nav çûn.

Her wiha berdevkê Wezareta Tekoşîna li Dijî Afetan a Hikûmeta Talîbanê hejmara qurbaniyên lehiyê di şev û rojên borî de 7 kes ragihand û got: Ev qurbanî li parêzgehên Nangerhar û Laghman hatine tomarkirin.

Lehî di şev û rojên dawî de cade û rêyên8 çar bajarên parêzgeha Zabulê jî girtin.

Rêveberiya Perwerdê ya Parêzgeha Logerê jî gotiye, ji ber lehiyê li vê parêzgehê ziyan gihîştiye avahiyên bîst û çar dibistanan.

Berpirsê Lêzanînan û Çandê yê Talîbanê li Xezniyê Mewlewî “Hebîbullah Mucahîd” jî ragihand ku ji ber barana zêde banê mizgefta “Baba Hacî Sahib” ku yekemîn mizgefta misilmanan e li Xezniyê, ber bi wêranbûnê ve diçe. tê gotin ku ev mizgefta dîrokî ji hezar salî zêdetir e.