Serokê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih dê roja pêncşemê li Parîsê bi serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re bicivin.
Serokê hikumeta Wîfaqa Nîştimanî ya Lîbyayê, Feyaz El-Serac rayedarên milîşên xwe yên li dijî wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa ji bo saziyên ewlehiyê wezîfdar kir. Milîşên li Misratayê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Şandeyeke lîbyayî ku ji endamên Konseya Bilind a dewletê pêk tê dê bi rayedarên Misirê re bicive û mijarên girêdayî aktîvkirina çareseriya siyasî û pêkanîna agirbestê gotûbêj bike.
SOHR’ê ragihand ku "Dewleta Tirkiyê mûçeya çeteyên ji Sûriyê ku li Lîbyayê ne, ku berê 2 hezar dolar distandin, daxist 600 dolarî."
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro li Stenbolê bi Serokê Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re civiya. Ev yek piştî nakokiyên di navbera hikumeta El-Serac û hevdemê destpêkirina danûstandinên Lîbyayê li Mexrêbê, pêk hat.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku dewleta Tirkiyê nêzî 350 zarok ji Sûriyê şandine Lîbyayê, da ku li kêleka çeteyan şer bikin.
Rojnameya Erebî ya EL-BEYAN nivîsî: "Bertekên Rûsyayê û aliyên navdewletî li dijî veguhastina çekan û çeteyan bo Lîbyayê ne."
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa Lîbyayê de du civînan li dar dixe, yek girtî ye û ya din jî vekirî ye. Ev civîn piştî kiryarên hikumeta Wîfaqê li dijî xwepêşandêran li paytext Terablusê derketin, pêk hat.
Berdevkê "Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê", general Ahmed El-Mismari, got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞ’ê, şopandin.
Çeteyên ku Dewleta Tirkiyê ew rêkirin Lîbyayê, li xwe mikur hatin ku wan "sûcên dizîn û talankirinê der heqê malên gelê Lîbyayê de" pêk anîne.