El-Mismarî avakirina komîteyek hevpar ji bo rêvebirina dahatên petrolê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i319653-el_mismarî_avakirina_komîteyek_hevpar_ji_bo_rêvebirina_dahatên_petrolê_ragihand
Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî avakirina komîteyek hevpar ji bo rêvebirina dahatên petrolê ragihand û got, komîte dê heta meha kanûnê kar bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2020 04:38 Asia/Tehran
  • El-Mismarî avakirina komîteyek hevpar ji bo rêvebirina dahatên petrolê ragihand

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî avakirina komîteyek hevpar ji bo rêvebirina dahatên petrolê ragihand û got, komîte dê heta meha kanûnê kar bike.

El-Mismarî got: "Me li ser jinûve hilbirîna petrolê li tevahî herêmên Lîbyayê li hev kir."

Wî her wiha destnîşan kir ku wê helwesta hin milîşan giran be û dê zextê li banka navendî bike.

El-Mismarî eşkere kir ku hin kesên fesad hewl didin ku krîzên gelê Lîbyayê îstismar bikin û got "Em dixebitin ku Tirkiye ji perê Lîbyayê sûd negire."

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê her wiha diyar kir: "Me li ser buhabûna serfkirina  yekbûyî ya dolar li Lîbyayê li hev kir. Piştgiriya me ji bo Miêtîq di nûnertiya herêmên rojava de delîl e ku em şerê Lîbyaiyan nakin."