Şandeyeke lîbyayî gihaşt Misirê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i319388-Şandeyeke_lîbyayî_gihaşt_misirê
Şandeyeke lîbyayî ku ji endamên Konseya Bilind a dewletê pêk tê dê bi rayedarên Misirê re bicive û mijarên girêdayî aktîvkirina çareseriya siyasî û pêkanîna agirbestê gotûbêj bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2020 04:52 Asia/Tehran
  • Şandeyeke lîbyayî gihaşt Misirê

Şandeyeke lîbyayî ku ji endamên Konseya Bilind a dewletê pêk tê dê bi rayedarên Misirê re bicive û mijarên girêdayî aktîvkirina çareseriya siyasî û pêkanîna agirbestê gotûbêj bike.

Li gorî çavkaniyan, şandeya lîbyayî ya ku îro ji Misratayê gihaşt Qahîrayê, ji endamên Konseya Bilind a dewletê û şêwirmendê serokê ewlehiya netewî ya hikumeta Wîfaqê yê pêk dihat.

Tê payîn ku şande dê sibe bi rayedarên misirî re bicive û pêşketinên di dosyaya Lîbyayê de nîqaş bike.

Ev serdan, piştî bidawîbûan diyalogên aliyên lîbyayî li Bûznîqa ya Mexrîbê ku îro destpê kir dê roja pêncşema bê dewam bike, pêk hat.