Endeksa “Bîst-100”ê ya Bûrsa Stenbola Tirkiyê, danûstandinên roja Îniyê bi dewama pêvajoya dakişînê di asta 4,465.37 yekeyan da dest pê kirin.
Asta zimhêra pereyên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) careke din daketiye.
Asta zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da, zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."
Li gor Kompanya Lêkolîna Global (Gallup), qeyrana aborî xelkê Tirkiyê reşbîn kiriye û di asta cîhanî de di rêza yekem de cih digre.
Serokomarê Tirkiyê dijberên xwe wek ajawegêr bi nav kirin.
Rojnameyên Tirkiyê zêdebûna asta zamê (bihabûnê) li vî welatî kiriye sernavê xwe.
Banka Navendî ya Tirkiyê asta behreya bankê (fayîz) sedaneyeke din kêm kir.
Wezîrê Xizînedariyê yê Tirkiyê tevî ragihandina kêmbûna bûdceyê li vî welatî careke din bihayê lîreyê li hemberî pereyên biyanî daxist.
Nirxa diravê neteweyî yê Tirkiyê bi biryara çaverênekirî ya banka navendî ya vî welatî jibo kêmkirina sûdê, ketiye kêmtirîn bihaya xwe ya dîrokî.