Asta zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê kêmtir bû 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337386-asta_zimhêrên_zêr_û_diwîzê_yên_banka_navendî_ya_tirkiyê_kêmtir_bû
Asta zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da, zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2022 09:17 Asia/Tehran
  •  Asta zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê kêmtir bû 

Asta zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da, zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.

Zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.

Li gorî amara herî dawî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, bihayê gişt zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya beriya 21ê Cotmehê da bi qasî 2 miliyar û 59 miliyon dolarî kêmtir bû û gihîşte 113 miliyar û 967 dolarî.

Berheva zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya bidawîhatî bi 14ê Cotmehê da bi qasî 116 miliyar û 26 miliyon dolarî hatibû ragihandin.

Receb Teyib Erdoxan û hikûmeta wî di halekî da ji bo hilbijartina serokomariyê ya sala tê amade dibin ku qeyrana aborî ya giran di mehên dawî da jiyana bi miliyonan welatiyên Tirkiyê felec kiriye û nerazîtiya ji Erdoxan û xebata wî bi awayekî kêmdîtî zêdetir bûye.