-
Sîpan Hemo hişyarî da Şamê, Sûriye êdî ne yekperçe ye
Tesrîn 04, 2025 10:46Serfermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamekî fermandetiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di peyameke hişyarkirinê de ji bo hikûmeta Sûriyê ragihand ku berovajî nêrîna Şamê, Sûriye ne bi çar herêman, belku ser zêdetirî 40 beşên cuda, bi hikûmet û hêzên leşkerî yên serbixwe hatiye parvekirin.
-
Di tevlikirina hêzên kurd di nav artêşa Sûrîyê da ti pêşketinek pêk nehatîye
Tesrîn 02, 2025 14:50Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê ragihand ku ji gotûbêjên Şamê û rayedarên kurd ji bo tevlikirina HSD di nijyara sîyasî û leşkerî ya welêt da, hê ti encamek derneketîye.
-
HSD îdiaya êrişa ser çeperên hêzên Colanê derew da zanîn
Çirî 30, 2025 14:20Navenda medyayê ya HSD`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku nûçeya êrişa hêzên wan ser çepereke artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê rast nîne û bûyera ku qewimiye ji ber teqîna maynên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi xwe bûye.
-
HSD serkirdeyekî girîng ê DAIŞê girt
Çirî 23, 2025 12:48Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand ku yek ji serkirdeyên girîng ên DAIŞê di encama operasyoneke emnî da girt.
-
Sîpan Hemo: Em dixwazin bi rengê xwe teli artêşa Sûrîyê bibin
Çirî 19, 2025 15:33Sîpan Hemo Endamê Desteya Fermandarîya HSDê derbara şêwaza tevlibûna vê hêzê di nav artêşa Sûrîyê da dibêje ku em dixwazin bi awayekî demokiratîk u bi rengê xwe tevli vê artêşê bibin.
-
Mezlûm Ebdî: Rêketina pêkhateyên sûrî mihaneya xwetêkeliyê ji Tirkiyê distîne
Çirî 17, 2025 16:35Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê HSD'ê dibêje, Rêketina pêkhateyên sûrî mihaneya xwetêkeliyê ji Tirkiyê distîne.
-
Avakirina navenda leşkerî derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ya Helebê
Çirî 17, 2025 15:58Hêzên hikûmeta demkî ya Colanî derdora taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê navendeka nû ya leşkerî çêkirin.
-
3 endamên DAIŞ`ê li Dêrezorê ji aliyê HSD`ê ve hatin girtin
Çirî 16, 2025 14:35Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê du operasyon pêk anîn, di encamê de sê endamên vê komê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin zeftkirin.
-
Mîlîtanên HSD tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên Sûriyê dibin
Çirî 15, 2025 11:59Endamekî komîteya muzakireker a HSD li Şamê ragehand ku mîlîtanên HSD di çarçoveya sê leşkeran da yê tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên hikûmeta nû bibin.
-
Rêkeftina berayî navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê derbarê tevlîkirina hêzan
Çirî 14, 2025 13:56Mezlûm Ebdî, serfermandarê HSD`ê, bal kişand ser berdewamiya gotûbêjên bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re û ragihand ku wan bi rayedarên hikûmeta demkî ya Colanî re ser mekanîzma tevlîkirina hêzên Kurd di wezaretên berevanî û navxwe ya Sûriyê de li hev kirine.