Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) radهgihîne, 2 şervanên wan li kampa Holê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji Kampa Holê ya li Hesekeyê 3 jin rizgar kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di çarçoveya operasyona hemleya mirovî û ewlehiyê de, 14 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin.
Yekîneyên taybet ên QSD'ê çeteyekî DAIŞ'ê li Hesekeyê girt ku propagendaya fikirê tundraw dikir û hewl dida endamên nû tev li DAIŞ'ê bike.
Hêzên artêşa Sûriyê rê li derbasbûna karwanê leşkerî yê Amerîkayê li bakurê rojhilatê wî welatî girtin.
Şeva 21ê Tebaxê, grûpên çekdar ên ser bi Tikriyê hewl dan bikevin gundê Mişêrfê li navçeya Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê, lê şervanên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî rûbirûyê wan bûn û êrîşan wan pûç kirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia dike ku artêşa vî welatî 9 endamên HSD û PYDê li bakura Sûriyê kuştin. Lê belê HSD ev îdia Tirkiyê red kir û ragihand ku hêzên HSDê di bersiva êrişên artêşa tirk 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 terorîstên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên Iraqê ne radestî wan kirine.
Çavkaniyên Kurd ên Sûriyê derbarê bi cih bûn û belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li eniyên pêşberî artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ji bo rawestana li ber êrişên wan li parêzgeha Reqayê agahî dan.
Karwanekî din ya malbatên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê ji Kampa Holê ya bin destê kurdên Sûriyê bo Kampa Cedaa ya Neynewayê hate vegerandin.