Komîteya leşkerî û ewlehiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê çû Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356607-komîteya_leşkerî_û_ewlehiyê_ya_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_çû_Şamê
Komîteya leşkerî û ewlehiyê bi nunertiya HSD çû Şama paytexta Sûriyê.
(last modified 2025-10-13T10:57:04+00:00 )
Çirî 13, 2025 14:29 Asia/Tehran
  • Komîteya leşkerî û ewlehiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê çû Şamê

Komîteya leşkerî û ewlehiyê bi nunertiya HSD çû Şama paytexta Sûriyê.

Ev komîte ku ji fermandên Hêzên Sûriya Demokratîk û berpirsên Hêzên Asayişê yên bakur- rojhilata Sûrîyê biryar e ku bi rayedarên Wezareta Berevaniyê û ya Navxwe yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re derbarê meselên ewlehî û leşkerî gotûbêjê bike.Ev Komîte di halekî de wek wekîlê HSDê çûye Şamê ku Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSDê derbarê pêşkeftinên di gotûbêjên siyasî bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re agahî da û ragihand ku aliyê sûrî di mijara reforma destûra bingehîn de helwêstên erênîtir hebûye. Ebdî her wiha derbarê beşdariya hêzên HSDê di pêkhateya nû ya Artêşa Sûriyê û Wezareta Berevaniyê de û amadebûna xelkê Efrînê ji bo vegera bo malên xwe agahî da.