Mîlîtanên HSD tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên Sûriyê dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356639-mîlîtanên_hsd_tevlî_wezaretxaneyên_navxwe_û_berevaniyê_yên_sûriyê_dibin
Endamekî komîteya muzakireker a HSD li Şamê ragehand ku mîlîtanên HSD di çarçoveya sê leşkeran da yê tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên hikûmeta nû bibin.
(last modified 2025-10-15T09:36:52+00:00 )
Çirî 15, 2025 11:59 Asia/Tehran
  • Mîlîtanên HSD tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên Sûriyê dibin

Endamekî komîteya muzakireker a HSD li Şamê ragehand ku mîlîtanên HSD di çarçoveya sê leşkeran da yê tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên hikûmeta nû bibin.

Senharib Bersûm, endamê komîteya muzakireker a HSD di muzakirên bi nunerên hikûmeta Colanî re got:Tu hêzeke hikûmeta Sûriyê dê derbasî nava  herêmên bakur û rojhilatê vî welatî nebe. Wî her wiha got: Mîlîtanên bi navê Hêzên Taybet ên dijî terorîzmê yên HSD dê tevlî dezgeha dijî terorîzmê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê bibin û dê li seranserê Sûriyê çalakiyan bikin.Du rojan berî niha Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSD derbarê rêkeftina berayî bi rayedarên hikûmeta demkî ya veguhêz li Şamê ser mekanîzma tevlîkirina mîlîtanên xwe nav wezaretxaneyên Berevanî û Navxwe de agahî da. Şandeke leşkerî ya HSD vê heftiyê gihîşt Şamê da ku derbarê mekanîzma tevlîkirina hêzên xwe nav artêşê gotûbêjê bike.