-
Hermûşa Cergelanê; ji Qozaxeyê heta Mafûra Tirkemanî
Hezîran 09, 2025 14:42Xwedîkirina Kurmê Qezê yan jî Kurmê Hermûşê mîrateke kevn û aborî li navçeya Raz û Cergelanê ya Xorasana Bakûr e û wek xîm û bingeheke sereke yên debara jiyanê û çanda gel, roleke bibandor di kêmkirina hejariyê li vê navçeya dûrketî û kêmtir-behremend ji hêla aborî va hebûye.