Kurdekî dihokî yê bi navê 'Hekîm Loqman' ji ber axaftina bi Kurdî li Akseraya Stenbolê ji aliyê nijadperestan va hat kuştin.
Xwefirreke Tirkiyê êrîşî ser otomobîlekê li Seyid Sadiqa Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Ziyaretkerên Erbeînê ku bi rêya Derbasgeha Hecî Omeranê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê dibin li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê bêhna xwe vedidin û ji wir ber bi Kerbelayê va diçin.
Cemal Koçer Parlimenterê Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê li Meclîsa Iraqê ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsa derengmayîna meaşa karmendên Herêmê ye.
Selaheddîn Behaeddîn Emîndarê Yekgirtîya Îslamî ya Herêma Kurdistana Iraqê got, Eger astengî ji bo mûçeyan çêbibin, em ê li Dadgeha Federal gilî bikin.
Balafirên şêrr ên Artêşa Tirkiyê gundekî nêzikî Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
Endamekî parlemana Iraqê ragehand ku kêşe û dosiya miaş û desmizê bi şêwaza ku Herêma Kurdistanê dixweze çareser nabe.
Daristanê Herêma Kurdistanê bi hegerên curbicur ji nav diçin.
Kompaniya DNOyê ya Norwêjê nifta Herêma Kurdistana Iraqê sedî 60 bin fîyeta cîhanî yanî 30 dolar bo her bermîlekê difiroşe.
Parlemanterekî hevalbendiya Fathê ya Iraqê li parlemana Iraqê got: Hebûna bi hezaran serbas û çekdarên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê gefek li dijî ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye.