Baregeha Amerîkayê û binkeya terorîstan li bakurê Iraqê ketin ber êrişê
Ji ber êrişa bi xwefirrê li ser baregeha leşkerên amerîkayî li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê, çend leşkerên amerîkayî hatine kuştin.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku çend teqîn li bajarê Hewlêrê û derdora baregeha leşkerên amerîkayî û konsûlxaneya vî welatî rû dan û dengê zengila hişyariyê bilind bû. Çavkaniyên iraqî ragihandin ku çend xwefirrên êrişker li nêzikî Konsûlxaneya Amerîkayê hatin şopandin, lê hin medyayan jî ragihandin ku xwefirr li baregeha leşkerên amerîkayî ketine û stûneke dûkelê ji vê baregehê rabûye. Hevdem kanala El-Meyadînê, ji zarê Yedîot Aharonotê qala kuştina hejmareke leşkerên amerîkayî kir. Balafirrgeha Hewlêrê jî ragihand ku hemû geştên asimanî yên têketî û derketî li vê balafirrgehê, heya ragihandina din, hatine rawestandin. Herwiha şopandina mûşeka avêtî ku binkeya komên terorîst ên dijber li Hewlêrê kiribû armanc, bi ser neket. Di heman demê da, çavkaniyên medyayî qala êrişa li ser binkeya komên kurd ên dijî Îranê li Silêmaniyeya bakurê Iraqê kirin.