Teqîn û şewata berfireh li binkeya terorîstan li Kurdistana Iraqê derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i359148-teqîn_û_şewata_berfireh_li_binkeya_terorîstan_li_kurdistana_iraqê_derket
Medyayan qala qewimîna teqîn û şewateke berfireh li binkeya komên kurd ên cidatîxwaz ên dijberî Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê kirin.
(last modified 2026-07-22T14:38:50+00:00 )
Tîrmeh 22, 2026 17:10 Asia/Tehran
  • Teqîn û şewata berfireh li binkeya terorîstan li Kurdistana Iraqê derket

Medyayan qala qewimîna teqîn û şewateke berfireh li binkeya komên kurd ên cidatîxwaz ên dijberî Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê kirin.

Li pey êrişên bi xwefirrê li ser binkeya komên kurd ên cidatîxwaz ên dijberî Îranê li çîyayê Ezmerê yê parêzgeha Silêmaniyê ya bakurê Iraqê, şewateke berfireh li vê navçeyê pêk hatiye ku asta vê şewatê berfireh hatiye şirovekirin. Van medyayan zêde kirin ku terorîstên kurd ên dijberî Komara Îslamî ya Îranê, ji bo vemirandina şewata li hundirê binkeya xwe û bilindahiyên derdora wê li parêzgeha Silêmaniyê ya bakurê Iraqê, asê mane. Medyayên iraqî jî qala êrişên bi xwefirr û mûşekan li ser binkeyên artêşa terorîst a Amerîkayê li Hewlêrê û binkeya komên kurd ên cidatîxwaz ên dijberî Îranê li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê kirin.