-
Herêma Kurdistanê; Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvan Cîhangir Sindî hatin berdan
Tebax 31, 2020 12:19Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvanê civaka sivîl Cîhangir Sindî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
-
Koçberekî Kurd li Almanya bi derbên kêrê hat kuştin
Tebax 30, 2020 22:17Koçberekî Kurd li bajarê Dortmondê yê Almanyayê ji aliyê kesekî ve bi derbên kêrê hat kuştin.
-
Artêşa Tirkiyê û PKK derheq şerê li hemberî hevdu daxuyaniyên newekîhev didin
Tebax 30, 2020 21:43Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku 5 endamên PKK di encama opersyoneke wan li herêma Metînan li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dane. Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya PKKê jî ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê êrişî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê kirine û hejmareke leşker hatine kuştin.
-
Li Herêma Kurdistanê 540 kesên din bi Koronayê ketin
Tebax 30, 2020 19:11Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û 540 kes jî pê ketin.
-
Îro li herêma Kurdistanê 458 pêketiyên vîrusa korona baş bûn
Tebax 28, 2020 22:21Îro li herêma Kurdistanê 26 kes pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan, 458 kes jî wek pêketiyên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin û 458 pêketî jî baş bûn.
-
Wezîra Parastinê ya Fransa: Divê serweriya xaka Iraqê were parastin
Tebax 28, 2020 13:40Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî civiya. Di civînê de Parly balkişand ser parastina serweriya xaka Iraqê û rawestandina destwerdanên dewleta Tirkiyê.
-
Li Herêma Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome
Tebax 26, 2020 14:15Partiya serwer a li Herêma Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kiriye. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire."
-
YBŞ’ê têkildarî tevgera balafirên Tirkiyê daxuyaniyek da
Tebax 26, 2020 00:44Fermandariya YBŞ’ê têkildarî tevgera zêde ya li ser Şengalê û hedefkirina hêzên YBŞ’ê daxuyaniyek kurt da û got, êrişek pêk hatiye û wê agahiyê wê piştre parve bikin.
-
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: Dermanê dijî vîrusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa taqîkirinê deye
Tebax 23, 2020 23:04Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir aşkere kir dermanê dijî nexweşiya virusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa dawî ya test û taqîkirinê de ye û wê li ser nexweşxanan were belav kirin.
-
"Tirkiyê av li ser 700 hezar kesî biriye / Av jibo Tirkiyê wek çekeka siyasî ye"
Tebax 22, 2020 18:06Nûnerê Rêveberiya xweser a Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Kurd Pressê ra got: "Tirkiyê ava vexwarinê li ser 700 hezar ji şêniyên navçeya Hesekeyê û bajarê Qamişloyê biriye û trajediyeke mirovî li vê navçeyê pêk aniye."