Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319465-li_herêma_kurdistanê_19_kesên_din_bi_koronayê_can_dan
 Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 600 kesên din jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2020 18:43 Asia/Tehran
  •   Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê can dan

 Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 600 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 588 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 19 kes jî bi Koronayê can dane.

Wezareta tenduristiya daye zanîn, ji duhî de 309 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Amarên giştî yên Koronayê jî ev in: Heta niha 35 hezar û 409 kes bi Koronayê ketine ku 22 hezar û 326 kes ji wan baş bûne û hezar û 308 kes jî mirine.