-
Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan
Tebax 21, 2020 23:51Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 500 kesên din jî pê ketin.
-
Artêşa Iraqê û Pêşmerge çar navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîn
Tebax 21, 2020 23:47Artêşa Iraqê ragihand, wan û hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîne.
-
2 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê li Şêladizê ya Herêma Kurdistanê ketin
Tebax 20, 2020 19:142 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê îro serê sibê li herêma Şêladizê ya Herêma Kurdistana Iraqê ketin xwarê.
-
Behreynê êrişên dewleta Tirkiyê li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir
Tebax 18, 2020 10:45Behreynê bombebaranên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êriş wek binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li ser ewlehiya herêmê bi nav kir.
-
Xwepêşandanên li Ranyayê di roja pêncem de berdewam dike
Tebax 17, 2020 23:22Xwepêşandanên li navçeya Ranyayê ya Herêma Kurdistanê di roja pêncem de berdewam dike. Xwepêşanderan dema xwestin ber bi baregehên hizban ve herin hêzên ewlehiyê astengî derxistin û alozî di navbera her du aliyan de derketin.
-
Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin
Tebax 15, 2020 23:19Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin, yekem geşt jî dê roja 20ê Tebaxê bo Awusturyayê (Otrîşê) were encamdan.
-
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 20 kes bi Koronayê mirin
Tebax 15, 2020 22:43Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 658 kes bi Koronayê ketin û 20 kesan jî canê xwe ji dest dan.
-
Leşkerên Tirkiyê 2 wesayîtên pêşmergeyan gullebaran kirin
Tebax 15, 2020 09:02Li ser riya Gerwî Baran li nêzî gundê Şêx Zadan di dema derbasbûna 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan de, artêşa Tirkiyê herdu wesayît gullebaran kirin. Gulle li ber wesayîta fermandarekî pêşmergeyan ket.
-
Balafirên şer ên Tirkiyê li bakurê Iraqê otomobêlek din jî bombebaran kir
Tebax 15, 2020 08:16Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê otomobêlek din bombebaran kir.
-
Fransa: Bombebarana Tirkiyê ya li Iraqê pêşketineke xeter e
Tebax 14, 2020 15:02Wezareta Karê Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fransa bombebarana dewleta Tirkiyê a li ser parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê şermezar dike ku di encamê de fermandarên artêşa Iraqê hatibûn kuştin û bi "Pêşketineke xeter" bi nav kir.