Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Emmanuel Macron ra hevdîtinê pêk tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319163-nêçîrvan_barzanî_li_bexdayê_bi_emmanuel_macron_ra_hevdîtinê_pêk_tîne
Kanala Rûdawê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dê berê xwe bide Bexdayê û bi Êmanûêl Mekropn serokomarê Fransayê ra hevdîtinê pêk bîne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 01, 2020 06:39 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Emmanuel Macron ra hevdîtinê pêk tîne

Kanala Rûdawê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dê berê xwe bide Bexdayê û bi Êmanûêl Mekropn serokomarê Fransayê ra hevdîtinê pêk bîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kanala Rûdawê ji zarê çavkaniyên xwe yên nûçeyan ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê sibe Çarşemiyê, 2ê Îlonê dê biçe Bexdayê.

Armanca vê çûyînê hevdîtina digel Êmanûêl Mekron, Serokomarê Fransayê hatiye zanîn ku ew jî biryar e sibe jibo hevdîtina bi rayedarên iraqî ra here Bexdayê.

Rûdawê ragihandiye ku ev hevdîtin li ser daxwaza Mekron pêk tê û ji ber kêmbûna demê ewê neçe Herêma Kurdistanê.

Pêwendiya Fransayê digel Herêma Kurdistanê pêwendiyeke xurt e.