Nêçîrvan Barzanî naveroka civîna xwe û Kazimî eşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319466-nêçîrvan_barzanî_naveroka_civîna_xwe_û_kazimî_eşkere_kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, wî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî behsa dosyeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2020 18:55 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî naveroka civîna xwe û Kazimî eşkere kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, wî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî behsa dosyeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine.

Îro danê sibê li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Li ser naveroka wê hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û ragihand, wî û Kazimî behsa rewşa giştî ya welat û dosyeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine.

Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn, di civîna wî û Kazimî de têkestî li ser girîngiya diyaloga di navbera her du aliyan de li ser bingeha Destûrê hat kirin da ku çareyeka giştî û bingehîn bo arîşeyan were dîtin û xizmeta tevahiya welat û pêkhateyan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman jî ku di civîna wan de têkestî li ser berdewamiya harîkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo şerê DAIŞê hat kirin.