Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wain Maroto ragihand ku di encama topbarana li dijî baregeha Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha komek ku xwe bi navê wê Lîwa Saêr El-Muhendis daye nasandin got ew berpirsa êrişa 30 moşekan e.
Li parêzgeha Enbar ya Iraqê bombek bi hêzên Iraqî de teqiya û herî kêm efserek hat kuştin.
Li Kerkûkê 3 veşargehên DAIŞê hatin teqandin û li Enbarê jî 4 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Fermandarê Heşdî Şebî li Enbarê Qasim Muslih piştî desteserkirina wî bi çend hefteyan bi biryara dadgehê bi bahaneya nebûna belgeya tawnbariyê hat azadkirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiya Iraqê, baregeha hewayî ya Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê ku hêzên Amerîkayê tê de dimînin, bi balafireke bêpîlot hate bombebarankirin.
Li parêzgeha Enbar ya rojavayê Iraqê di teqînekê de du serbazên Iraqî hatin kuştin.
Berevaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand; sê zarok û dayîka wan li kampeke koçberan a li Enbarê şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgar kirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirine.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku baregeha Eyn El-Esed ya asîmanî ya parêzgeha Enbar ku hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeyvaniya Navneteweyî lê dimînin hate topbarankirin.
Di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî de li rojavayê Iraqê, 14 endamên artêşa Iraq û Heşdî Eşîrî bûn kuştî û birîndar bûn.