Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbar ya Iraqê êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin.
Hêzên Iraqê ragihand ku opresyona "Şêrên Cizîrê " li dijî DAIŞ'ê ji çolistana El-Enbar heta sînorê Sûriyê dest pê kiriye.
Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Elxenam ragihand ku berpirsê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê yê çola Rutbe hate kuştin. Artêşa Iraqê herwiha ragihand ku serçeteyek jî li parêzgeha Selahedînê hate girtin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, çekdarên DAIŞê li çend deverên Iraqê çalakiyên xwe zêde kirine.
Li sînorê parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê madeyên teqînê yên bihêz hatin dîtin û hatin jinavbirin.
Fermandariya Operasyonanê ya Enbarê ya Heşdî Şabî ragihand ku ji bo lêgerîna çeteyên DAIŞ`ê li rojavayê parêzgeha Enbar û ber bi sînorên Iraq û Sûriyeyê ve dest bi operasyonekê kirine.