Di encama topbarana li dijî Eyn el-Esedê de 3 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327497-di_encama_topbarana_li_dijî_eyn_el_esedê_de_3_kes_birîndar_bûn
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wain Maroto ragihand ku di encama topbarana li dijî baregeha Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha komek ku xwe bi navê wê Lîwa Saêr El-Muhendis daye nasandin got ew berpirsa êrişa 30 moşekan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2021 18:26 Asia/Tehran
  • Di encama topbarana li dijî Eyn el-Esedê de 3 kes birîndar bûn

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wain Maroto ragihand ku di encama topbarana li dijî baregeha Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha komek ku xwe bi navê wê Lîwa Saêr El-Muhendis daye nasandin got ew berpirsa êrişa 30 moşekan e.

Berdevkê Koalîsyona Navnetewyî ya bi serkêşiya Amerîka Wain Maroto li ser twitterê diyar kir ku seat di 12:30'an de baergeh û derdora wê hat topbarankirin.

Maroto îdia kir ku tedbîrên parastinê hatin aktîfkirin û ji ber topbaranê 3 kes bi sivikî birîndar bûn.

Komeke çekdar ê şikber ku xwe bi navê  `Lîwa Sair El-Mihendis e` daye nasandin êrişa li dijî baregehê xist stûyê xwe û di daxuyaniyekê de ku li ser kenala xwe ya telegrams weşandiye wiha got:" Hêzên me seat di 12:30`an de baregeha Eyn Esedê ya El-Enbarê ku dagirkeriya Amerîkayê tê de dimîne bi 30 moşkan topbaran kirin."

Şaneya Çapmeniyê ya Ewlehiya Iraqê duşema borî ragihand ku hêzên ewlehiyê der barê ketina 3 moşekan li baregeha Eyn Esed a hewayî de lêpirsînek vekir. Li aliyekî din erebeyek li parêzgeha Hît hat dîtin ku ji ser moşek hatin avêtin.