Papora firokehilgir a Amerîkî Eisenhower û 12 paporên din ên cengî gihîştine avên Deryaya Sipî.
Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Misirê ragihand ku hêzên deryayî yên Misir û Fransayê di deryaya Sipî de meşq û perwerde kirin.
Serokwezîrê Yûnanê di hevdîtin abi wezîrê karên derve yê Almanyayê ra ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku ji ber binpêkirina qada deryayî, Tirkiyê boykot bike.
Parlementerên Ewropî tekez kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze, rewşa li herêmê xetere û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqerê li rojhilatê deryaya Sipî, bisekine.
Hêzên deryayî û hewayî yên Rûsiye û Sûriyê meşqeke şêrr a hevpar li Deryaya Sipî bi rê xistine.