Parlementerên Ewropî: Tirkiyê xeteriyê li ser Lîbya û rojhilatê deryaya Sipî çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317757-parlementerên_ewropî_tirkiyê_xeteriyê_li_ser_lîbya_û_rojhilatê_deryaya_sipî_çêdike
Parlementerên Ewropî tekez kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze, rewşa li herêmê xetere û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqerê li rojhilatê deryaya Sipî, bisekine. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2020 21:52 Asia/Tehran
  • Parlementerên Ewropî: Tirkiyê xeteriyê li ser Lîbya û rojhilatê deryaya Sipî çêdike

Parlementerên Ewropî tekez kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze, rewşa li herêmê xetere û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqerê li rojhilatê deryaya Sipî, bisekine. 

Di çarçoveya nakokiyên di navbera YE û Tirkiyê der barê gelek dosyayan de ji wan lêgerîna der barê gaz û petrolê li deryaya Sipî û Lîbyayê, parlementera Fransayê Nadia Essien ragihand ku ji ber şaştiyên ji hemû aliyan de rewşa Lîbyayê xeter e.

Nadia Essien tekez kir ku lihevkirina Ewropayê di nava dosyayên siyaseta derve de windayî ye.

Her wiha Nadia Essien destnîşan kir ku kirinên Tirkiyê ya şantajê, ne li gorî siyaseta Ewropayê ne û wiha got: "Têkiliya Ewropa bi Tirkiyê gihêştiye astek pir bi girêk."

Endamê Parlementera Ewropayê Costas Mavericks destnîşan kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqerê li rojhilatê deryaya Sipî, bisekine.