Yûnanê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku boykotan li ser Tirkiyê bisepîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317920-yûnanê_ji_yekîtiya_ewropayê_xwest_ku_boykotan_li_ser_tirkiyê_bisepîne
Serokwezîrê Yûnanê di hevdîtin abi wezîrê karên derve yê Almanyayê ra ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku ji ber binpêkirina qada deryayî, Tirkiyê boykot bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • Yûnanê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku boykotan li ser Tirkiyê bisepîne

Serokwezîrê Yûnanê di hevdîtin abi wezîrê karên derve yê Almanyayê ra ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku ji ber binpêkirina qada deryayî, Tirkiyê boykot bike.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kiyoriyakos Mîsûtakîs Serokwezîrê Yûnanê di hevdîtina nxwe ya roja Sêşemiyê digel Hayko Masê wezîrê karên derve yê Almanyayê li Atênê got: Heke reftara Tirkiyê ya derxistina çavkaniyên gazê li Deryaya Sipî neguhere, ti riyek ji Yekîtiya Ewropayê tune, ji bilî ku Tirkiyê boyklot bike.

Hayko Mas jî bi gotina vêya ku mijara Yekparçetî û parastina serxwebûna Yûnan û Qibrisê mijarek e ku serê axir bi Yekîtiya Ewropayê va girêdayî ye, got: Heke pêwîst bike û jibo piştgiriya ji Yûnanê, Yekîtiya Ewropayê renge Tirkiyê boykot bike.