Teknîk Dîrektorê tîma Real Madrîda Spanyayê ji ber ihtimala tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê kete qerentîneyê.
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 40 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 261 hezar û 903 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 40 hezar û 521 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 183 hezar û 413 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 14 hezar û 494 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên tenê bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 249 hezar û 507 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 21 hezar û 737 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 85 milyon û 509 hezarî derbas bû.
Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyê di 31ê Kanûna 2020î roja pêncşemê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 237 hezar û 474 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 4 hezar û 326 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 84 milyon derbas kir.