Zêdetir ji miliyonek ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322810-zêdetir_ji_miliyonek_ji_tûşbûyiyên_bi_koronayê_li_Îranê_baş_bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 237 hezar û 474 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 4 hezar û 326 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2021 13:03 Asia/Tehran
  • Zêdetir ji miliyonek ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 237 hezar û 474 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 4 hezar û 326 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6045 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 237 hezar û 474 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 101 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 55 hezar û 438 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 84 miliyon kesî.