Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir kêm bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322873-hejmara_pêketiyên_vîrusa_koronayê_li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_pir_kêm_bûye
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên tenê bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2021 12:35 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir kêm bûye

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên tenê bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine 7 mêr in û 7 jin in û li van herêman in:

Qamişlo: 4

Til Temir: 1

Dêrik: 5

Girkê legê: 1

Tirbespiyê:1

Reqa:1

Şehba: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav pêketiyên koronayê kesek baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 8 hezar û 113 kesan, ji wan 276 kes mirine û hezar û 150 kes baş bûne.