Li navçeyeke Şirnexê welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev.
Isfehek gunekî kevn û dîrokî li şaristana Tebesê ya rojavayê parêzgeha Xorasana Başûrê (rojhilatê Îranê) ye ku wek "Gundê Kelpêç, av û neynikê" tê naskirin.
Dîmenên meymûna avê ya li pala Çiyayê Agiriyê dijî dema xwarin dixwar hat kişandin.
Rêvebirê Payebilind ê Kompaniyên 'Tesla' û SpaceX'ê Elon Musk ji bo ku bi 44 milyar dolarî Twitterê bikire, ji Twitterê ra name şand û nameya wî hat piştrastkirin.
Di xebatên kolanê yên li Keleha Bidlîsê da bermayînên seramîk, sîke, metal, cam û hestî yên dîroka wan vedigere Serdema Osmaniyan a Dereng û her wiha berateyên xaniyan hatin derxistin.
Zanyaran delîlên nû yên ava şil (necemidî) di binê qeşaya Marsê ya cemsera başûrç de dîtin, ku di lêgerîna berdewam a jiyanê de li Gerstêrka Sor de serkeftinek mezin e.
Karzanên fransî ragihand, diyardeya germbûnê ya cîhanî helîyana seholên çiyayî lezandiye û ev yek bûye sebeb ku defîne û şûnwarên kevnar ên di bin berf û seholê da xuya bibin.
Çîn dê sala 2030î lêkolereke mezintir bo Bercîsê (Jûpîter) û yeka biçûktir ji bo geriyana li dora Ûranûsê bişîne fezayê.
Bi sedan Nehengên Pîlot (Pilot Whales) li pravên Tasmaniya Australyayê di heriyê da asê man û mirin.
Di xebatên vekolana li Girikê Domuztepeya ser bi navçeya Turkogluya Qehremanmeraşê ya Tirkiyê da îskeleta jinekê hat dîtin û wisa tê texmînkirin ku ji 7 hezar û 600 sal berê maye.