Artêşa dagirker a Tirkiyê û grûpên terorîst û çete yên ser bi wî welatî ve gundên Wehşiya û Kefer Qaris ên li herêma Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker topbarana xwe berfireh kir û di van saetên borî de gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya Zirganê topbaran dike. Berî wê artêşa tirk û çeteyên wê Um Kêf ya Til Temirê stasyona kehrebê topbaran kir.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê şeva din derdora gundê Kiştear û Balafirgeha Minix ên herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmê barandine û bûye sedema xisarên madî. Herwiha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê derdora gundê Hirbilê yê Şehbayê jî topbaran dikin.
Hêzên Tirkiyê gundewarê Şehba, Til Temir û Eyn Îsa bi dijwarî topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê gundên Semuqa, Til Medîq û bendava Şehba yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Firokeyên bê firokevan ên artêşa Tirkiyê îro Çarşemê li herdu herêmên Kobanî û Şehbayê yên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de çend êriş pêk anîn.
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq ên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.
Dewleta Tirkiyê ya dagirker duh bi şev bi dijwarî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin.