Artêşa Tirkiyê gundên Şêrawa û Şehbayê li bakurê rojavayê Sûriyê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333722-artêşa_tirkiyê_gundên_Şêrawa_û_Şehbayê_li_bakurê_rojavayê_sûriyê_topbaran_kirin
Dewleta Tirkiyê ya dagirker duh bi şev bi dijwarî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2022 12:07 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên Şêrawa û Şehbayê li bakurê rojavayê Sûriyê topbaran kirin

Dewleta Tirkiyê ya dagirker duh bi şev bi dijwarî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê duh bi şev saet 12:40`an bi zêdetirî 100 topan gundên Qinêtra, Bênê, daristanên gundê Soxanakê û derdora wê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Dewleta Tirkiyê saet di 12:50`an de hedefgirtina herêmê berfireh kir û derdora navçeya Til Rifet, gundên Eyn Deqnê, Meranaz, Bêlûniye, Şewarxa, Keleha  Şewarxa yên heman navçeyê topbaran kirin. Her wiha balafirên bêmirov ên Tirkiyê  li asîmanê kantonên Şehba û Efrînê geriyan.

Piştî wê saet di 01:00`an de dewleta Tirkiyê ya dagirker gundên Dêr Cimêl, Ziyaretê  û derdora gundê Aqîbê yên Şêrawayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker saet di 01:30`an de gundên Semûq û Herbel ên kantona Şehbayê jî topbaran kirin.