Artêşa Tirkiyê gundên Minbic û Şehbayê topbaran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334418-artêşa_tirkiyê_gundên_minbic_û_Şehbayê_topbaran_dike
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmê barandine û bûye sedema xisarên madî. Herwiha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê derdora gundê Hirbilê yê Şehbayê jî topbaran dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2022 12:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên Minbic û Şehbayê topbaran dike

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmê barandine û bûye sedema xisarên madî. Herwiha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê derdora gundê Hirbilê yê Şehbayê jî topbaran dikin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirkiyê ya dagirker gundê Cat ê bakur rojhilatê bajarê Minbicê, gundên Qert, Wêran û gundên Kawiklî, Korhiyûk, Cebel El-Hemra, Boxaz, Mezarê El-Fewaris ên rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Li gorî vê navendê, di encama topbaranê de maleke sivîlan li gundê Hemra zirar dît.

Navendê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Qîratê, Aşlî, Kirêdiyê, El-Zerzor û Şêx Nasir ên rojavayî Minbicê seat 10:11'ê êvarê duşemê topbaran kirin, topbaranê heta seat 7:00'ê sibeha sêşemê dewam kiriye. Her wiha diyar kir ku 49 top û hawan li herêmê ketine.

Navendê piştrast kir ku ev gund bi sivîlan dagirtî ne û di encama topbaranê de tirs kete dilê nava şêniyan herêmê.

Ji aliyê din ve artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê îro Sêşemê derdora gundê Hirbilê yê herêma Şehbayê topbaran kirin û gelek xisarêm maddî gihandinê.