Medyayên erebî: Radestkirina projeyên kilîdî bo şirketên biyanî, aboriya Sûrîyê lawaz dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360824-medyayên_erebî_radestkirina_projeyên_kilîdî_bo_şirketên_biyanî_aboriya_sûrîyê_lawaz_dike
Medyayên erebî tevî rexnegirtina li sîyasetên aborî yên hikûmeta demkî ya Sûrîyê, derbarê radestkirina projeyên stratejîk di beşên enerjî, neft, tranzît, cotkarî û pîşesazîyê da bo şirketên erebî û biyanî û dûhatên wê bo aboriya navxweyî û xetera berfirehbûna şîdetên tayfetî û îhtimala qewimîna pevçûna navxweyî hişyarî dan.
(last modified 2026-10-11T15:54:19+00:00 )
Çirî 11, 2026 17:23 Asia/Tehran
  • Medyayên erebî: Radestkirina projeyên kilîdî bo şirketên biyanî, aboriya Sûrîyê lawaz dike

Medyayên erebî tevî rexnegirtina li sîyasetên aborî yên hikûmeta demkî ya Sûrîyê, derbarê radestkirina projeyên stratejîk di beşên enerjî, neft, tranzît, cotkarî û pîşesazîyê da bo şirketên erebî û biyanî û dûhatên wê bo aboriya navxweyî û xetera berfirehbûna şîdetên tayfetî û îhtimala qewimîna pevçûna navxweyî hişyarî dan.

Rojnameya En-Neharê tekez kir ku xetera li pêşberî Sûrîyê tenê bi çalakîya komên rêkxistinkirî û vegerandina DAIŞê sînordar nabe, belkî berfirehbûna gotinên nefrethêner û hestên tolhildanê jî ji hokarên gefxwarina li aramîya vî welatî ne.

 

Di warê aborî da jî, rojnameya El-Exbarê di raporekê da nivîsî: Bazara Sûrîyê li dewra demkî di halê rêkxistina ducare da ye, lê projeyên têkildarî enerjî, neft, tranzît, av, tenduristî, cotkarî, pîşesazî û geştyarîyê bo şirketên biyanî hatine radestkirin. Vê rojnameyê tevî rexnegirtina li vê pêvajoyê, derbarê dûhatên wê bo beşên aborî yên navxweyî û cîgeha şirketên sûrî nîgeranîya xwe dîyar kir.