Aşkirakirina mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356200-aşkirakirina_mercê_tevlibûna_hsdê_di_nav_artêşa_nû_da
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê ``avakirina artêşeke pispor u berfire`` wek mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû de ragihand.
(last modified 2025-09-16T11:42:18+00:00 )
Îlon 16, 2025 16:49 Asia/Tehran
  • Aşkirakirina mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû da

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê ``avakirina artêşeke pispor u berfire`` wek mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû de ragihand.

Rohilat Efrînê tekez kir: Hêzên me karîn DAIŞê têk bibin û ezmûnên mezin hene, lewma tevlikirina wan di nav artêşê da divê di çarçova pêngavên ku ji her alîyî va hatine nirxandin û mekanîzma leşkerî da pêk were. 

Rohilat Efrînê herwiha pêgirî kir: HSD ji bo hemî bijareyan amade ye ta ku yekitîyeke demokiratîk û nemerkezî li Sûrîyê were garantîkirin û em pabendê muzakireyan in û lêjne amade ne lê, me ti bersivek wernegirtîye. Wê derbara gotbûjên di navbera HSD u Şamê da jî got ku Rêvebirîya Bakur u Rojhilata Sûrîyê amadekarîya pêwîst ji bo seredana Parîsê dest pê kiribû lê, Colanî piştî seredana Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ya Şamê, ji vê mijarê vekişîya.